Ciwan Haco - Zozan
wêneyê hunermendî:ê 185 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Ciwan Haco - Zozan

Sibê zûde ez rabûm perîk hat û bihûrî
Bi wan çava li min nerî min dî ewrek reş û tarî ,

Ebrû bûne kevan tîr ji çava dibarîn
Xwe berdan nava dil bona derd û birîn

Diniya çendî ciwana ti jê ciwantirî
Felek çend zalima ti jê zalimtirî
Hîngivê zozana ti jê şêrîn tirî
meyzê li stêra sibê ti jê sipehî tirî
Cehnema eşqa te hat hat û nevemirî ,

Xweska min zanîba yar tu li ku dimênê
Ezê li benda te bim bi dilê birîndarî
Ez li te gerim li tevahiya diniyayê
Ger ez te nebînim yar birîn ji dil dernayê

Gotin: Çelebî Haco
Muzîk: Ciwan Haco
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?