Dawitê Xilo - Edlê
wêneyê hunermendî:ê 55 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Dawitê Xilo - Edlê

Hey borî borî borî, karwanê Edlê borî,
Borî çû taxa jorî, xulama gerdena zer,
Xulama gerdena zer, tijî mircan û morî,
Malam Edlê neqebê, mala şêniyê neqebê,
Derdê Edla mi giran e, da ser derdê kezebê,
Hey nayê nayê nayê, Edlê ji govendê nayê,
Edlê ji govendê nayê, pê ra ketime belayê,
Pê ra ketime belayê, de li min gidiyê Edlê,
Edlêm rabe sibe ye, dêlê rabe sibe ye,
Edlê rabe sibe ye, şêniyê rabe sibe ye,
Temam horî û derge ye, tew lê bi gidiyê Edlê,
Tewqe horî û derge ye, çaxa nimêja te ye,
Çaxa limêjê te ye, ew be ji bo te faydeye.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?