Dawitê Xilo - Hey Wax
wêneyê hunermendî:ê 51 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Dawitê Xilo - Hey Wax

Hey wax, hey wax, hey wax, hey wax, hey wax,
Ax lo mala minê, hey wax,
Hey wax, hey wax, hey wax, lo mala minê,
De mi go Hesenê Mela Mûsa mi dixwazî, lo mi nadinê,
Erge mi nadinê wez ê qebheta rakim, ax lo serê dinê,
Ax hey wax, hey wax, lo bextê min î.
Lê lê mi go wa bi rihan a, lê wa bi rihan a, heywax,
Belê mi go piştê xaniyê Hacî Mele Mûsa, ax lo wa bi rihan a,
De mi go tisbihê destê Memedê Mala Mûsa, dayê mi rebenê lo, kehrîbar e,
Belê Xwedê dikî, Xwedê dihebînî, destê da Memedê Mela Mûsa ax mêrekî sed
mêran e,
Ax heywax, heywax lo bextê min î.
Lê lê kanîka gundê, ax lê me bi kas girtî, jaro dilo,
Belê wez ê keça Sêvê ser kanîka, ax lo, subhet girtî,
We du qirara canê mi ketibin, wez ê biçim gel bavê Sêvê, qewleka danîm, ax
lo, temametî,
Lê lê heywax li min, heywax li min lo mala minê.
Mi go mehfûra mala bavê min rezîna lo raxistine.
Lê lê mi go, wa ji Sêrtê lo heya Sêrtê, jaro dilo,
Belê mi go kirasê Weso çît û almast e, ax lo ji bajêr tê,
Ax wez ê delala dilê xwe bûne qatileka xwîna, lo hevsa Sêrtê,
Lê lê heywax li min, heywax li min, heywax li min, ax lo mala minê,
De heywax li min heywax li min, lo bextê min î.
Belê mi go wa tu teyr î, lo teyrê bejî, heywax li min,
Belê mi go hêlîna xwe çêkiro, ax lo, ser wê hejî,
Birînê xelqê alem delal têyo min xwîno,
Wele ya min û Mihemedê Mala Mûsa tê xwîno, ax lo tev da mêjî,
Ax heywax, heywax, heywax, heywax, lo mala min î.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?