Dawitê Xilo - Şênî
wêneyê hunermendî:ê 23 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Dawitê Xilo - Şênî

Lê lê eman eman eman eman lo ereb şênî,
Lê lê mi go, ji kê ra dikenî gewrê dînê, mi dixapînî,
Lê lê çavê reş û belek, dayê mi rebenê, lo ji kê destêrî lê.
Lê lê mi şênîka xwe dîbû, dayê rebenê, ax hafa di diwarê,
Mele mibsê de mi go, ba kirî gewrê dînê, ax esmanê lê erebî,
Mele wê bê vegerhatî, dayê mi korê, nemayê, mi go, ax esmanê lo ermenî.
Lê lê navê gundê me gewrê dînê, lo Bikizêm e,
Lê lê zerya meşiyane ser kanîka, bi mesînan bi gimgim e,
Lê lê yek yeka wekî, keleş gewra min tune bû,
Ax nav heft dewletê ecnebî ay,
Eman eman lê eman, eman eman lê eman,
Eman eman Zekiya eman eman,
Dilêm êşiya, bêna misk û emberê ser memikê morî ma,
Memik qeymaxa miya, eman eman.
Eman eman lê Zeko,
Tu bi qedrê Rebê xwe ko,
Tu giliyê lawik neko,
Navê keçik nizanim,
Navê kurik Heseyno.
Zeko tê di Qamişlokê,
Delal tê di Qamişlokê,
Eynik danî ser çokê,
Mi dibê Zeko ramûsim,
Van bajara bi Zaxokê.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?