Dawitê Xilo - Were Delal
wêneyê hunermendî:ê 28 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Dawitê Xilo - Were Delal

Werî delal, werî delal, werî delal,
De wez ê diyara kawla Nûrê ketim yadê, wa bi wê da.
Werî delal, de wez ê diyara kawla Nûrê ketim yadê, wa bi wê da,
De mi go, Mihemed Selîm zaveka taze ye tê ji wê da,
De mi go, sala îsalê ça çira fenera mala bavê Eliya Remo tefa ji dinê da.
Ax werî delal, werî delal, çar mal e, wez bi tenê.
Werî delal, de mi go Mihemed Selîm tu zava yî,
De mi go tu zavayê sê rojan û sê şevan î,
Na wele mi go tu maqûlê çarde gundê ereba yî,
Ax werî delal, werî delal, werî delal.
Werî delal, de mi go wa ji we tê, wa ji we tê,
Mihemed Selîm siwarê ciwanîka şînbozê, dêl bi hene wa li benda tê,
De mi go kulê bikevî mala bavê vê siwarê,
De çawa mi go, kul û meraqa vî siwarê mabû li dil da,
Ax gundo, gundo, gundo, gundo,
De gundo mi go, çar malo wez bi tenê.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?