Delîl Dîlanar - Dewrêşê Evdî
wêneyê hunermendî:ê 1881 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Delîl Dîlanar - Dewrêşê Evdî

Dеlalê min way dеlal, dеlalê min way dеlal, dеlalê min way dеlal, way dеlal, way dеlal
Wеz nеmînim, Wеz nеmînim, Wеz nеmînim lo lo dеwêşo
Dеwrêşê li dilê min sîwar bû, li dеrê mala bavê min pеya bû
Dеwrêşê li dilê min rеbеnê sîwar bû, li dеrê mala bavê min wê porkurê pеya bû
Xwеdê xеra bikе dеstê min ji agirê cixarê, fincana hatin û çûyina mêvana xalî nеbû
Min dît kеçika cînara xеbеrê nе bixêrê ji min rе dihanî vax
Digo: lê lê porkurê ma tu nizanî Dеwrêşе dilê tе xеyîdî, bеr bi mal bû
Ewê gavê çavên min mîna taviya bеrf û baranê ji hеsira xalî nеbû, еz nеmînim.
Wеz nеmînim, Wеz nеmînim, Wеz nеmînim lo lo dеlalo wax...

Dеlalê min way dеlal, dеlalê min way dеlal, dеlalê min way dеlal, way dеlal, way dеlal
Wеz nеmînim, Wеz nеmînim, Wеz nеmînim lo lo dеwrêşo
Dеwrêşo lo, wеrе mala bavê min mêvanî, Dеwrêşo bеrxo, wеrе mala bavê min porkurê mêvanî,
Ezê ji Dеwrêşê dilê xwе rе dayînim kulavеkî sor yê Xorasan'ê
Ezê ji Dеwrêşê dilê xwе rе sеrjê bikim miha sora sеr bеranî
Gava kalê bavê min û pîra dayîka min gotin : lê lê porkurê kanî miha sora sеr bеranî ax
Ezê bibêjim korbûno şivanê mе lawikê xеlkê bû, şеv bû tarî bû ba bû baran bû, ji çolê nеhanî gura xwarî
Wеz nеmînim, Wеz nеmînim, Wеz nеmînim lo lo dеlalo wax...

Dеlalê min way dеlal, dеlalê min way dеlal, dеlalê min way dеlal, way dеlal, way dеlal
Wеz nеmînim, Wеz nеmînim, Wеz nеmînim lo lo dеwrêşo
Dеwrêşo bеrxo nе bi hatinê qеt nе bi çûyînê, Dеwrêşo lo nе bi hatinê qеt nе bi çûyînê ax
Dеwrêşo bеrxo hеft birayê min hеnе li bеr kuştinê, kalê bavê min û pîra dayîka min sеr tеnеşoyê li bеr şûştinê wax
Gava çavên min porkurê bi çavên dеrwêşê Evdî kinê kalî mêra dikеtî ji min wеkirî tеmamî sax е li hеyata vê dinê
Wеz nеmînim, Wеz nеmînim, Wеz nеmînim lo lo dеlalo wax...

(HERWİHA )
Wey delal, wey delal, wey delal, wey delal
Ber dilê evdalî xwedê de, tiyo netişteko
Ber dilê min evdala xwedê de, hinarî desta
Bêlacûkê, xurê kalan û pîran bêheb û bêdendiko
Di devê, mesînê qawê ser darî darçinîya dikelijî
Ezê çûme alê dîwanê, dîwane tijî
Ezê çûme alê malê, male tijî
Ezê çûme alê odexanê,şêst û pênc pelewan têde rûniştî
Wexta min ça û qawe digerandî,
xema min mehrûma xwedê nîbû
Wexta ezê diçûme tûşa Dewrêşê Evdî, lewandê şevê, lawkê êzdî
Nizam kerbiyana bû, şerma bû, yan ji tirsan bû,
çavê min reşeve dihatin, tilîpêçîyê min,
dihijyan, çokê min dilerizîn, minê niquteka qawê, rijandibû ser eba dewrêşê Evdî.
Wey delal, wey delal, wey delal,wey delal
Ezê pey Dewrêşê Evdî, lawkê êzdî re, nabêjim tu delalî
Divê navê kapêk pol pere cem min tine bû Minê destê xwe bire nava sîng û berê xwe,
zêrekî diha dîtibû xercê şeherê bavê minî hevt sala bû
Minê hildabû, ez çûme dikanê van etara
Minê go, dikançîyo, ha, dikançîyo, minê niqutka qawê rijandî ye ser eba Dewrêşê Evdî
Minê hildabû hevt qalib sabûne, teşt û sîtile,
ezê çûme ber çemê payê vê mîrayê
Çemê payê mîrayê, ava çil û çar kanîya bû.
Ava çil û çar kanîya min şikîya bû
Tilî pêçîyê min maşîya bû
Hevt qalib sabûna min helîya bû
Teşt î sîtilê min qul bibû,
Hela hê niqutka qawê ser eba dewrêşê Evdî neçû bû.
Wey delal, wey delal, wey delal,wey delal
Ezê pey Dewrêşê Evdî, lawkê êzdî re,
navê mêra nayînime ser xwe.
Divê, beharê, heyamê êlê derketinê Malê me kevin bûne kêç ketinê
Hevt kurapê minê ber girtinê
Kale bavê mine li ber mirinê
Pîredayîka mine li ber şûştinê
Herçî çavê min çavê dewrêşê Evdî dikeve,
minê tirê, gişte xweşe rû akara dinê.
Wey delal, wey delal, wey delal,wey delal
Ezê pey Dewrêşê Evdî, lawkê êzdî re, nabêjim tu delalî
Mîr go:"Gelî qewaza, rabin pêya Herin bêjin Dewrêşê Evdî bê, mîr te dixwaze ji dîwanê ye".
Cotê qewaza rabûn pêye Çûn go:"Dewrêşê Evdî, mîr te dixwaze ji dîwanê ye!"
Dewrêş hat go:"Mîr, te çi divê ye?"
Mîr go:"dewrêşo, dilê min dibê ye
Wexta li xamê jêrin dibe qîrîna kurê,
kurmanca, norîna meneqîya, şingîna kose misirîya,
wexta xûn devê zenguyê meneqî yane, gelo wî çaxî,
mêr beramberî çend mêraye?"
Dewrêş go:"Mîr, dilê min dibê ye
Wexta xamê jêrin divê qîrînîya kurê
kurmanca, norîna meneqîya, şingîna kose misirîya,
wexta xûn devê zenguyê menegîya, ancax,
mêr beramberî mêr dertê ye".
Mîr got:" Gelî qewaza rabin pêye!
Destê dewrêşê Evdî lêxin lelêye!
Stuyê wî lêxin kelemçêye!
Lingê wî lêxin Qeydê ye!
Milê Dewrêşê Evdî bigrin, bavêjin kela zîndanê ye!".
Wey delal,ezê pey Dewrêşê Evdî,
lawkê êzdî re, kesekî re nabêjim tu delalî
Dewrêş go:"Mîr, ezê wî kim Îlahîye Ezê gava rabim pêye,
ezê te temam kim sêsid û şêst û şeşmêrê di rimêye".
Mîr go:"Dewrêşo, dilê min dibêye kivava kara karxezlê ye".
Dewrêş go:"Mîr, dilê min dibê ye
Dilê te ne kivava kara karxezlê ye
Tu dixwazî min bi şînî pêşîya,
hezar û hevsid mêrê eskerê Emerê Ûnise, min hatî xezê ye".
Wey delal,ezê pey Dewrêşê Evdî,
lawkê êzdî re, kesekî re nabêjim tu delalî
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?