Dengbêj Bedil - Hey Dîlberê
wêneyê hunermendî:ê 67 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Dengbêj Bedil - Hey Dîlberê

Hey dîlberê..
Heyran ezê diçume dawetê govend bu di gerîya
Kurban ezê diçume dawetê govend bu digerîya.
De minê li wêderê dîlberek dîbu
Li perê govendê ji xwere dimeşîya..Dîlberê.
Wele gava min wê dî çokê min rihilîn qamê min şikestin
Kurban gava min wê dî çokê min rihilîn qamê min şikestin
De minê jêre dixwest tiştekî bêjim.
Minê kir û nekir devê min negerîya..Dîlberê

Hey dîlberê.
Heyran ezê nizanim eslê Te çîye..
Kurban ezê nizanim eslê Te çîye..
De minê li eslê Te di pirsî di gotin ye Êzdîye..dîlberê
Wele gava ez bi eslê Te hisîyam.
Kurban gava ez bi eslê Te hisîyam.
De ezê hewkas li der û Dinyê gerîyam..
Hê vêgavê dilê min hate cîye.Dîlberê

Hey dîlberê
Heyran ezê nizanim navê Te çîye
Kurban ezê nizanim navê Te çîye
De minê li navê Te di pirsî digotin ye xwestîye..Dîlberê
Wele gava ez bi xwestina Te hisîyam..
Kurban gava ez bi xwestina Te hisîyam..
De ezê weke Berfa li serê Çîyan.
Hêdî hêdî ji xwere mihiîyam.Dîlberê

Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?