Dengbêj Zûlkuf - Ferzê
wêneyê hunermendî:ê 92 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Dengbêj Zûlkuf - Ferzê

Xasê digo Nazê
Nazê digo Bîlnazê
Bîlnazê digo lê lê Gulnazê Gulnazê
korê ax...
Korê de rabe ezê bi Melazgirê bi
gundê Kevir biketama
Wê bi zeviya ketim way way way

Sibe ye min dêhna xwe dayê
Du heb siwar derketin derê Ferzen

şahê Dengbêjan
Teyrê ser milê qîzan û bûkan wî
De bavê Mihemed Salih namekê
didane destan
Digo li gundê Kevir dawet e
Kerem ke were kambaxa vê dawetê
way way way

Min dît Ferzende bavê Mihemed
Salih şahê Dengbêjan
Li malê li Boa siwar bû
Dikete binya mala go sê cara
Di bin da li kinî sivêr ketî
Xasê diçû pêşiyê digo bavo tu neçe
kambaxa dawetê
Digo lê lawo tu nizanî gotinê bapîrê min e
Co sefer ji bavê berê de ji mala
bavê te tê way way way

Birîndaro de deng nayê
Birînxedaro lo de deng nayê
Birîna bavê Mihemed Salih giran e
Dinale dinale dinale dinale
Çima bixew nayê way hahî hahî
Xasê digo Nazê
Nazê digo Bîlnazê
Bîlnazê digo lê lê Gulnazê xweyê
Sibe ye bi Melazgirê bi gundê Kevir biketama
Soran û son derbas kir

Min dît bûk ji derê malê de hatî
Bavê Mihemed Salih
Teyrê ser milê qîzan û bûkan
Kilam digotê çerxa dawetê saz kir
way way way
Kula Xwedê tu yê bi kulê bikevî
Mala Zekî Lawê Mîralî
»Min dît demançekî şeşagira Mal nihêrî
Daye li bedena bavê Mihemed Salih
şahê Dengbêjan
Mîrata gula malnihêrê
Movikê pişta xilas kir way way way

Dibê wezê bi gundê Kevir
Bi Melazgira şewitî biketama
bi dare
Bavê Mihemed Salih ji ser pişta
hespê da ketî erdê
Gazî dike gelî siwaran mala we
xerab be
Birîna min kûr e herî xedar e
Hey Melazgiriyan mala we xerab be
Bidin şahê Dengbêjan
Teyrê ser milên qîzan û bûkan
Taseke ava sar e way way way

Birîndaro de deng nayê
Birînxedaro lo de deng nayê
Birîna bavê Mihemed Salih giran e
Dinale dinale dinale dinale
Çima bixew nayê way way way
Hahî hahî
Xasê bi sê denga dike gazî
Digo Nazê Nazê digo Bilnazê
Bîlnazê digo lê lê Gulnazê
Sibe ye bi Melazgirê bi gundê Kevir
biketama
Bi hêlîna kewê way way way
Birîna bavê Mihemed Salih şahê
Dengbêjan giran e
Dikim nakim nare fitile milê kewê
Di kêleka min de dinale
Nizanim çima serê min nagire balgê
û qewê way way way

Xasê bi sê denga dike gazî
Digo Nazê Nazê digo Bîlnazê
Bîlnazê digo lê lê Gulnazê
Sibe ye bi Melazgirê bi gundê Kevir
biketama Bi kereng e
Li bejna bavê Mihemed Salih
şahê Dengbêjan mêze dikim
Li şal û şapika ezê bala xwe bidim
Têlikê tûtikê silîvanî reng e
Li bejna bavê Mihemed Salih mêze dikim
Kul bikeve mala Zekî Lawê Mîralî
Derbekê Malnihêrî li bedena vî
xweşmêrî daye
îro sê roje ketiye axê
Ez li der û dorê xwe dinêrim
Hezdiyê malê gundê dor heft reng e
way way way

Birîndaro de deng nayê
Birînxedaro lo de deng nayê
Birîna bavê Mihemed Salih giran e
Dinale dinale dinale dinale
Çima bixew nayê way way way
Hahî hahî
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î