Dîyar - Lawikê Agirî
wêneyê hunermendî:ê 225 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Dîyar - Lawikê Agirî

Ey lawikê ber Agirî
Çavê min li te, te digerî
Tu li ku yî min nexapîn
Derkev were bes e dûrî

Lo Serhedo lo hevalo
Deng şewato dil bi kulo
Baxê me bê te werano
Were şênke lo bilbilo
Were bixwîn lo bilbilo

Em dileyîzin ev leyistok e
Te xwe veşartî li paş kok e
Derkev bes e evqas henek
Dora teye çavgirtonek

Lo Serhedo lo hevalo
Deng şewato dil bi kulo
Baxe me bê te werano
Were şênke lo bilbilo
Were bixwîn lo bilbilo

Li welate me qeder li destpêka jiyanê li 'eniya tê nivîsandin.
Peyva min tu ji bîrkirî, qedexe yî li ba min, tu jî dizanî, em têr nelîstin li zarokatiya xwe.
Lewma em ketibûn pey xewnen xwe.
Hemî lîstikên me di nîvî de man
Ka tu li kuyî were em vegerin li zarokatiya xwe.
Min netirsîn bes e evqas henek
Derkev were dora te ye çavgirtonek
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?