Dîyar - Lo Lo Dilo
wêneyê hunermendî:ê 338 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Dîyar - Lo Lo Dilo

Çiyayê me ber bi ba ye
Darên şîlanê gul da ye
Min li teva dil girtibû
Îro li şûnê kes nemaye

Lolo dilo, lolo dilo
Bêje, bêje reben dilo
Çima ji bo keçka xelkê
Ez dikişînim derd û kula
Çima ji bo rinda xelkê
Ez dikişînim derd û kula

Ne zivistan ne bihar e
Berf dibare, çiqas sar e
Min yara xwe winda kirî
Derdêm bûye sed hezar e

Dilo şeityo lo dilo
Dilo melûlo lo dilo
Dilo helyayo lo dilo
Dilo rezîlo lo dilo

Ev dilê minî delal
Çima ketiye vê halî
Tim ji kezebê dinalî
Dilo şewityo lo dilo

Ev dilê minî ezîz e
Kewa min a gozel e qîz e
Serê govenda dileyîze
Dilo şewityo lo dilo

Gotin: Gelêrî
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?