Dîyar - Şirîn Şirîn
Gotinên Stranan
Dîyar - Şirîn Şirîn
Şirîn şirîn şirînî tu mîna şekirîŞekir şekir şerbetî tu yara kê yî?
Gava te dibînim keçê destim dilerizin
Çavên teyî reş û belek bi min dileyzin
Ketime taye te rindê tu car ranazim
Tu bê were wele bîle ez ê bibezim
Şirîn şirîn şirînî tu mîna şekirî
Şekir şekir şerbetî tu yara kê yî?
Delal tu pir nazikî rindika gundî
Lê zalimî xapînokî bi hend û findî
Poz bilindî li ber çavê xwe tu min nabînî
Ez ê bi mirim bi vî halî wele bi vî derdî
Şirîn şirîn şirînî tu mîna şekirî
Şekir şekir şerbetî tu yara kê yî?
Şîrove