Dr. Ahmet Kaya & Tara Mamedova - Dora Min Bû
wêneyê hunermendî:ê 51 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Dr. Ahmet Kaya & Tara Mamedova - Dora Min Bû

Hat ji wê de, kar xezalê
Çer ku min dî, dil ketimê
Hoy eman eman eman.
Hoy eman eman eman
Derba dilan kezeb reş kir
Qey zalim bû, min nas nekir

Dora min bû, tu nabêjî
Xort nemane dil nedayê
Mala xelkê xerab kiriye
Wê bêbavê bêîmanê
Ax û eman ji destê te.
Çi zalim bû min nas nekir

Heyla lê weylêêê weylê wêyle wêylê wêylê weylê
Zalimê aaaaaaax aay eman mal wêranê lê lê lê

Textoran bînin min derman kin
Vê eşqa wê ji dilê’m der kin
Hoy eman eman eman.
Dilo eman kerba dilan
Derba dilan kezeb reş kir
Qey zalim bu min nas nekir

Gotin: Îbrahîm Seydo Aydogan
Muzîk: Dr. Ahmet Kaya
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?