Efoyê Esad - Bêrîvanê 1
wêneyê hunermendî:ê 102 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Efoyê Esad - Bêrîvanê 1

Were lê bêrîvanê, kubar kubar xwe ba neke, gundo,
Cêrê xwe hilde, kaniya pişta mala me da qesme neke,
Alîkî cegera min î sax maye, xirab neke, dimrim lê.
Were bêrîvanê kurmal, tu rûniştî li ser tevnê,
Erê nema bejna zirav li ser kewnê, wê mêze kewnê,
Wez evdalê Xwedê, şev nîvê şevê tême xewnê, dimrim lê.
Were bêrîvanê kurmal,
Bejna bêrîvanam dara kêmê,
Were fêzê ne zinar e, bina darê da gul sosin im,
Wez mehrûmê Xwedê, nizam kura bêmê,
Wez mehrûmê, nizam kura bêmê, gundo.
Bêrîvanê kurmal, kavilê gunda wê bi hez e,
Erê ne ma şera serê bêrîvana min gevez e,
Bêrîvana minê kotiyê xorta ra serê xwe girêda, terz bi terz e, dimrim lê.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?