Efoyê Esad - Rinda Min
wêneyê hunermendî:ê 32 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Efoyê Esad - Rinda Min

Herê rindê rindê rinda min,
Berê rindê rindê rinda min.
Herê wê da tê bi çawişa min,
Belê wê da tê bi çawişa min.
Herê çavê reş baxşîşa min,
Belê çavê reş baxşîşa min.
Herê rinda min tevnek danî,
Belê dosta min tevnek danî.
Herê nexşê bi ortê wê gul danî,
Belê nexşê bi ortê wê gul danî.
Herê navkê min xwe lê danî,
Belê navkê min xwe lê danî.
Herê rinda mi ne bi awakî,
Belê rinda mi ne bi wawakî.
Herê te li kofî barê bi gakî,
Belê te li kofî barê bi gakî.
Herê xemil barê peyakî,
Belê xemil barê peyakî.
Herê tu ji malê me wê ranakî,
Belê tu ji malê me wê ranakî.
Herê tê malê me xerab kî,
Belê tê malê me xerab kî.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?