Efoyê Esad - Xezal
Gotinên Stranan
Efoyê Esad - Xezal
Lê lê xezal, xezalê dînê,Wez ê xezalim, xezala çiyangî dar im,
Wez ê werdek im, werdeka golî sar im,
Ax de wez ê werdek im, werdeka golî sar im,
Par vî çaxê, wez ê dilketiya xortekî tûre bûm,
Salê îsal kundê kor wez dame nava lepê xwe, ez dixwarim,
Xezal im hey lê, wî delala mi hey lê lê.
Lo lo gundo, min ê xezalek rakiriye, ber mi revî,
Wey malîno, min ê delalek rakiriye, ber mi revî,
Wey ber mi revî û ketiye pêşiya xezala mi, deşt û zozan, mêrg û zevî,
Wey kurmalî, wekî sebeb îsal emrê te be,
Wez ê sûretê te yê sor bigirim, bidim ber vî devî,
Xezala min, hey lê wî, delala min hay lê lê.
Lê lê xezal, xezalê dînê,
Min ê xezalek rakiriye ber mi bezî,
Wey yêtîmê, min ê delalek rakiriye, ber mi bezî,
Were ber mi bezî û ketiye pêşiya xezala min, deşt û zozan, mêrg û derzî,
Wey yêtîmo, wekî sedem îsal emrê te be,
Wez ê sûretê sor ê xetexalî bigirim bidim ber wî devî, tu bigezî,
Xezal im hey lê lê, wî delala min hey lê lê.
Şîrove