Egîdê Têcir - Wey Lê
wêneyê hunermendî:ê 23 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Egîdê Têcir - Wey Lê

Wey lê lê, wey lê lê,
Lê lê kawê bira mala me cînarê mala we bûya,
De mala me û we da kulek şûşe pencere hebûya,
De bira gilî gotinê bi xelqê têlî delal evdal hebûya,
Bila kiras milê min tune bûya.
Wey lê lê kawê, baran barî lê ji ezmana,
Dînê, baran barî lê ji ezmana,
De wê şil kiriye dar kulavê van şivana,
Bira mala zîvkerê gundê me ne ava be,
Xizêma dîlbera min xirab çêkiriye lêva ser dirana.
Gede qurban, mi go gede lawikê mi çû, lê êdî nayê,
Wey la teniya Mûşê riyê xwe dayê,
Gede lawikê mi ramûsanekê xwestibû, mi nedayê, mi nedayê.
Wey lê lê lê kawê hevraz diçûm lê berjêr hatim,
Dînê hevraz diçûm lê berjêr hatim,
Ewa dilê vê tolê notila tîrê wez hingavtim.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?