Elî Riza Celîliyan - Me Kurdim
wêneyê hunermendî:ê 35 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Elî Riza Celîliyan - Me Kurdim

Me Kurd im, "Bêsitûn" tarîxim e
Sed "Helebçe"y pirr le xwên tarîxim e

Me le "Sîrwan" û "Pirraw" û "Ellwen" im
Des nekîşame we şall û serwenim

Gûşi tarîx ha dengi tembûriman
Asiman kûr keyd we nalle û mûriman

"Seymere" esri çeweyli pakim e
"Taq wesan" ballay Şîrîni xakim e

Me we hûzi "Mad" û "Sasan" im bizan
Hem le agir hem le waran im bizan

Me hizaran salle serberzî dirim
Hanê car germe deng "Hûre" çirrim

Me şeqey şimşall û şûri hûhûwem
Dariman şoxi kejali "Şahow"em

Î wellate her perrî serberzî ye
Pirr le çopî pirr le berzî berî ye

Emro emca hwîç we lêman neyiştine
Hwîç nizî we şan û paman neyiştine

Kurdî bê desellat û bê hana min im
Sêf çwar qaç we jeniya min im

Me leşim let let we xompare û şeng e
Her wece le î xake we xwênim reng e

Me cuwan dame serefrazî bikem
Ta we naw xak xweman bazî bikem

Xweyşgegem, bawg û biraylet çîne ceng
Ta to nîwnîdin we çaw rrojeyli teng

Hormeti î baxi sersewze bigir
Ta ke hem newde beşi san û tegerg

Me destê maç kem ke kordewar bû
Xwezî le rexşi xweman suwar bû

Çaw newes bê deng nenîş llallit biken
Gûl nexwey carî tir enfalit biken.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î