Elîxanê Ûsiv - Newroz e Newroz e
wêneyê hunermendî:ê 18 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Elîxanê Ûsiv - Newroz e Newroz e

Newroz e Newroz e,
Sibe ye Newroz e,
Maçek bide min yar,
Cejna te pîroz e.
Newroz û bihar e,
Vebûne gul û dar e,
Bîna gulê har e,
Destê mi bi dest yar e.
Newroz e Newroz e,
Maçek bide min yar,
Cejna te pîroz e.
Newroz û sersal e,
Li ba gulê al e,
Wek çîçek û lal e,
Sor û zer û kal e.
Newroz e Newroz e,
Maçek bide min yar,
Cejna te pîroz e.
Newroz û mizgîn e,
Bihara rengîn e,
Kesk û zer û şîn e,
Xalîça rengîn e.
Newroz e Newroz e,
Sibe ye Newroz e,
Maçek bide min yar,
Cejna te pîroz e.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?