Eyaz Yûsiv - Ez Dê Herim Nav Baxçê Gulan
wêneyê hunermendî:ê 974 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Eyaz Yûsiv - Ez Dê Herim Nav Baxçê Gulan

Ez dê herim nav baxçê gulan
Da bibînim delala dilan
Tev de rûnîn wekî sogulan
Hev ra d'bêjin derdan û kulan

Cerg û merg û hinav hilhilî
Çi pare nagirin sotina vî dilî
Ne bêje raste kesekî min nema
Hûn her çirîska li esmanê helî

Seyran ne mane li van çol û mila
Ma we nevêtin dengê bilbila
Ji destê min derket, gelî hevala
Ka ew delala wekî sorgula

Ez dê herim nav baxçê gulan
Da bibînim delala dilan
Tev de rûnîn wekî sogulan
Hev ra d'bêjin derdan û kulan
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î