Eyşe Şan - Dilo Ez Bimrim
Gotinên Stranan
Eyşe Şan - Dilo Ez Bimrim
Dilo ez bimrim, dilo hewar li vê buharêLi vê buharê bira hewar li vê buharê
Hêsir çavê min xweş dilop meş in weke baranê
Weke baranê, weke baranê keko hewar weke baranê
Mirin pir xweş e dilo hewar li milkê bavê
Milkê merdan e bira hewar milkê mêran e
Mirin pir xweş e dilo hewar li milkê bavê
Milkê merdan e bira hewar milkê şêran e
Dilo ez bimrim dilo hewar li vê payîzê
Li vê payîzê bira hewar li vê payîzê
Kurdo werin bi hev bigrin em bigrin lezê
Em bigrin lezê bira hewar em bigrin lezê
Tirba min çêkin dilo hewar li milkê bavê
Milkê Kurdan e dilo hewar milkê merdan e
Mirin pir xweş e bira hewar bi merd û cezê
Bira azadî bira hewar bi merd û cezê
Mirin pir xweş e bira hewar li Kurdistanê
Li gulîstanê bira hewar li Kurdistanê
Şîrove