Eyşe Şan - Hevalên Xerab
wêneyê hunermendî:ê 96 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Eyşe Şan - Hevalên Xerab

Bi hinekan re nayê peyivîn
Ê qîmetê nizane wille silav lê nayê dayîn
Bawer bike hevaltî nabe bi xeraban
Her însan heyranî navê xwe ye heyran

ji sibê û heta êvarê paşgotin û bêbextî
Carinan xwe qure dike, wî rûreşî
Were bawer neke ji wan hevalo
Wille sohbeta pê re heram e heram

Li ku ma mêraniya te ka li ku
Nav û şereta mêraniyê jî heye
Qala kesî neke, berê xwe nas bike
Tu însanekî tayê pûç î wesselam

Ey bawerkorê dibêje ez misilman im
Li heramê dinêre timî nabîne helal
Zêde dipeyive bes rastiyê nabêje
Bawer bikî derew e her peyva wî derew

Bi peyva xwe ya derew qey tu mezin bû
Jehra te rijandiye vexwe bi qurtequrt
Ji Xwedê dixwazim hêvî li te bimiçiqe

Wekî kûçikê har kef bi ser dev ketî
Dilê wî dihêle kî di ber derbas dibî
Derewan li dû hev rêz bike û birijîne
Nesîbê xwe ji însanetiyê nestandiye wesselam

Eyşe Şan im dibêjim were xemê nexwe
Bi xerab û cahilan danekeve
Kî xerabiyê bike wê bela xwe bibîne
Zêr zêr e nabe pelik wesselam
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?