Eyşê Serdar - Leyla Canê Leyla
wêneyê hunermendî:ê 82 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Eyşê Serdar - Leyla Canê Leyla

Leyla Leyla canê Leyla
Dengê berxwedanê Leyla

Rê û armancên te hêja ne
Çar hêlên dinyê pê şane

Serê me bilind hildane
Serê me bilind hildane
Leyla Leyla canê Leyla

Tîna dilê te pîroz e
Ji dozê ra hest û soz e

Li hember dijminê însan
Bablîs û ba û bahoz e Leyla
Ji dozê ra hest û soz e
Leyla Leyla canê Leyla

Girnijîna te delalê
Hejand 'erşê zilimkaran

Rist û peyvên te li her malê
Vejandine kîna salan

Mirovahiya bendkirî wê
Azad bibe ji nav çar dîwaran
Mirovahiya bendkirî wê
Azad bibe Leyla Leyla

Leyla Leyla canê Leyla
Bûka jiyana nû Leylayê

Gotin û Muzîk: Delîlê Mîrsaz
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î