Faris Bavê Firas - Min Dil Girt û Şa Nebûm
wêneyê hunermendî:ê 1788 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Faris Bavê Firas - Min Dil Girt û Şa Nebûm

Min dil girt û ez şa nebûm bê dînarê
Ez ê bimrim ji kerbê te yarê, ax dilê, ax dilê

Heta kengî ez bişewtim heta kengî
Ez hew karim roja derbas kim b'vî rengî

Evîna me li dinyê bûye dengî
Axîn ji ber şox û şengê, ax dilê ax dilê

Heta kengî... (Dîsgotin)

Evîna me... (Dîsgotin)

Dilo qurban bes e ev nal û zarîn
Ne tu tenê mihacir bûye ji vî warî

Yara şêrîn ket destê wî keftarî
Ne'z pê karim ne ti pê karî, ax dilê ax dilê

Mi xeml û xez li ser hosta jêr çêkir
Gul û gulav bi va desta li bejnê kir

Sînga gewrê boz baxçe gulîstanê bû
Xerîba hêlîn tê'd çêkir, ax dilê ax dilê

Ne dîn im go'z nizanibim kul û derda
Pê ne hesim go yarê dev ji mi berda

Xwezya min bi hiş û fikr û dilê dîna
Mirina malxerabî jî de ser da, ax dilê ax dilê

Dilo pejna yara te îro nayê
Ji ber evînê tu nexweşî, ketî tayê

Bes bisekine li ber sir û sermayê
Dosta go çû ti car nayê, ax dilê ax dilê

Bes bisekine li ber sir û sermayê
Yara go çû ti car nayê, ax dilê ax dilê

Min dît zor û sîtemkarî û nalîn
Wek Mem im ez û yar jî 'eyn weke Zîn

Çîroka me wek a Ferhat û Şêrîn
Evîndar tim ser me digrîn, ax dilê ax dilê

Min dil girt û ez şa nebûm bê dînarê
Ez ê bimrim ji kerbê te yarê, ax dilê, ax dilê
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?