Faris Bavê Firas - Ez ê Bêjim
wêneyê hunermendî:ê 3213 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Faris Bavê Firas - Ez ê Bêjim

Ez ê bêjim bi bilînê her saetê li ser te
Dilber dilê min pir şêrîn î ji bîr nakim evîna te
Îro çend roj tu melul î ka ew kêf û henekê te
Ka ew civata em têde kanî ew şêrîn kenê te

Kanî ew bejna te yê zirav kanî awirên çavê te
Her dem li ber çavê min bi reş mar bûn guliyên te
Dilo herdu çav mirîne tim dixwaze dîtina te
Bi zor derket dil ji agirkî ez îro ketime agirê te

Ger tu diêşî bêje min ez xweş textor im ji bo te
Ez ê dermankim kul û derd û birînên dilê te
Xêrnexwazin ê dixwazin dûr bikin ji hev min û te
Lê bawer bike ti di min nema rih bû ev jî spartiyê te

Sonda min bi rengê te yê esmer bû va her dû çavên te
Heta ez sax bim li dinyê ez tu car nakim terka te
Mal û dil û can bi carek qûrban dikim ji bo te
Bi rengê te min tu kes nedî pir şîrîn e xwîna te
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?