Faris Bavê Firas - Koça Barkir
wêneyê hunermendî:ê 892 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Faris Bavê Firas - Koça Barkir

koça bar kir, ez mame li wara
ne gazî, ne qêrîn, ne fîxan û hewar e

ez mam bê xwedan, bê hogir û hevalek
bêbext felek, te dûr xistim ji yara

ez herdem serxweş im, bê hiş û sewdan im
dirabim, dirûnim bê sebr û hedan im

min warê te wenda kir, gelo ma ka tu kû ma
de bes binale dilo, ma bi kû de çû nizanim

min diavêt ser milê xwe barê derdan û xema
min rê girt û meşiyam, ketibûm devê çema

dil û hinavêm heliyan, rih min nema
çavêm ziwa bûn, ji girî av tê'd nema

bi Xwedê ez bi te zanim, şev û roj tu digirî
dilê te min ji bîr nake tu yî xwediya vî dilî

hinavê te verişî, tu jî ji min xirabtir î
xwezî min tu dîba, hîna sax û nemirî

min çi digo te nedigo na, rih bû te d'ber min de da
te destê min digirt û destê xwediya berdida

b'tu rengî nikarim wêna j'bîr bikim Xweda
eşq û evîna wê di dil de şax vedida
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?