Faris Bavê Firas - Mirin Xweştir Ji Vî Halî
wêneyê hunermendî:ê 13554 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Faris Bavê Firas - Mirin Xweştir Ji Vî Halî

Evîna te bi kul û derd e
Tu dûrî min xistin bi ser de
Ku tu bêjî dev ji min berde
Mirin xweştir ji vî halî

Pênc şeş sala dosta min be
Çawa yekî dî ji xwe re bibe
Pênc şeş sala dosta min be
Yekî dî bê ji xwe re bibe
Agirê te dikevî kezebê
Mirin xweştir ji vî halî

Axîn ji derdê nezana
Ez xistim ser van zimanan
Heyfa evînê erzan e
Mirin xweştir ji vî halî

Rojê carkê tu yar nebînî
Çawa tu rêya ber xwe dibînî
Kul û xema li xwe dicivîn î
Mirin xweştir ji vî halî
Çawa tu rêya ber xwe dibînî
Mirin xweştir ji vî halî
Ev bû çar sal ez yar nabînim
Rojek xweşî ji xwe re nabînim
Her roj Ezraîl dibînim
Mirin xweştir ji vî halî

Gotin û Muzîk: Faris Bavê Firas
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?