Fetoyê Hodik - Lê Canê
wêneyê hunermendî:ê 18 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Fetoyê Hodik - Lê Canê

Lê canê, lê canê, lê canê lê,
Zemano lo wî de malê tu xerabî,
Hê lê canê, lê canê, lê canê,
Hê lê canê, tu li çava çave çend e,
Wî kurmalê tu li çava çave çend e,
Hê bîrû bijangê kewa gozel reş in,
Halê dilê mi ra dora çavê belek gir govend in,
Ax malî gundîno, xalikê sîng û berê kewa gozel da,
De wê dikim nakim, çima xezna heft keşîşa, dozde mela nayê xwendin canê lê,
Wî dewranê lê tu xirab î.
Hê lê canê, lê canê, lê canê,
Hê lê canê, tu li çava wez dîn kirim,
Wî teresê tu li çava wez dîn kirim,
Lê wez ê kûvî bûm, kûvîkî serê çiya bûm,
Te îsal ji pêra çawa nava sing û berê xwe da kilît kirim lê canê,
Zemano lo wî dewranê.
Hê lê canê lê canê, lê canê, lê canê,
Hê lê canê, awirî çava te ez dixware,
Kurmalê awirî çava te ez dixware,
Ê tê îsal-mîsal çima ez nava sîng û berê xwe da kilît kirim canê lê,
Zemano lo wî dewranê.
Hê lê canê ,lê canê, lê canê, lê canê,
Hê lê canê, lê canê, lê canê.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?