Fetoyê Hodik - Lo Xalo
wêneyê hunermendî:ê 30 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Fetoyê Hodik - Lo Xalo

Were lo xalo, lo xalo, lo xalo, lo xalo,
Were lo xalo lo ez xwarzê te me,
Were xalo wez girtî me xerîbiyê me,
Ez girtiyê kela welatê di Romê me.
Were lo xalo, lingê min qeydê ne, destê minê kelemçê ne,
Here lo xalo, dilê min germa havînê kînekîn e,
Halê mi destê sarî bînbaşê Romê ra tu nîn e,
Ha de wê sarî bînbaşê Romê rojê sê car kela Bazîdê mi dikute, kêle kêle werdigerîne,
Ha de divê salixa xalê te mêrekî mêrxas e, zor î bi zorbe serbilindê welatê wî
Romê ye,
Ha de divê siba van çaxa wez ê berê Eliyê xwarza bîst û çar girtiyan bidime
kela Erzeromê Taşqela bi rengîn e,
Ha de divê her çar girtiyê bê wan dikevine Taşqela bi rengîn e,
De divê, vegerana wan tune, tu carî tu car xêra xweyê wan ra tu nîn in,
Ha de divê, wekê xalê te yê mêrekî mêrxas e zor î bi zorbe,
A de bira siba van çaxa, bê welatê Romê destê zorê xwarzê xwe ji mi bistîne,
De xalo de xalo lo xwarzê te me.
Elî lo lo vê sibê dilê xalê te bi tirs e,
Hey lo lo vê sibê dilê xalê te bi tirs e,
A de wê qirma kêleka xalê te da malê ûris e, tivinga destê xalê te da ye malî
ûris e,
Elî lo lo, te di fikara neke,
Siba van çaxa xalê te yê welatê Romê deşta Bişêriyê, Kevirê Yazdetaşê,
Xalê te yê Deveboynê jêrê jorê bibire, halê we girtiya destê Romê da bipirse,
Elî xwarziya, Elî xwarziya, xalê te me.
Here lo xalo vê sibê dilê min deman e, ber çaviyê mij û dûman e,
Mij û dûmanê xwe daye Kosedaxê qûntarî çiyan e,
A de wê havîn e genimê Serhedê seridîne halê dilê mi ra simil dane,
Wezê bala xwe didimê sê siyarê derketine ji hêla Temirxan e,
Siyarê milê rastê xalê min î Hemzê pêlewan e,
Siyarê ortê Ûsivê Cazê kurapê min e, mêrekî jê kêfilî bi deman e,
Siyarê milê çepê Temê kurxalê min e, mêrê oxirmê bi giran in,
Ha de wê, ji welatê Îranê rê ketine hatine welatê Romê,
Dixwazin destê zorê Romê bistînin Eliyê xwarziya, bîst û çar girtiyan e,
De xalo, de xalo, xarzê teme.
Here lo xalo, dilê mi germa havînê, kînekîn e,
Bayê Kosedaxê tê lêdixe, dilîlîne,
Were lo xalo, de tu were, sarî bînbaşê Romê bikuje,
De tu nîşanekê lêxe, qotika serî bifirîne,
A De bira hêja welatê Romê ecêbê giran çavê xwe bivîne,
De xalo, de xalo, xwarzê te me.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?