Fetoyê Ûso - Gidîno
wêneyê hunermendî:ê 37 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Fetoyê Ûso - Gidîno

Gidîno dilê mi giran e van girika,
Dînê bes e dikî laqirdî van heneka,
Mala bavê xirab, xwezila wezê şevekî êvar da,
Bibiyama mêvanê cotê zermemika, way gidîno.
Gidîno, ez qanatê bejna te me,
Gidîno, malxê mala bavê te me,
Rojê parsê pûrsê nava heval hogira,
Kilîta tivinga berdangê me, nav milê te me,
Mala bavê xirab, sibê heyanî êvarê,
Çev nihêriyê derê mala bavê te me,
Gidîno, gidîno qama te me.
Gidîno, hewşa me hewşa we da, ça şîrîn e, way gidîno,
Lê lê dînê, de tu were ramûsanekê nefsa canê mi kerem ke, mi qebûl e, way
gidîno,
Mala bavê xirab, ez ê gazî Rebê alemê kim, bêjim Xaliqo,
De bira Xwedê mirazê mirazxwaza bike,
Mirazê min xelqê têlî delal tevayî, way gidîno.
Gidîno, ez qanatê bejna te me,
Gidîno, malxê mala bavê te me,
Rojê parsê pûrsê nava heval hogira,
Kilîta tivinga berdangê me, nav milê te me,
Mala bavê xirab, sibê heyanî êvarê,
Çev nihêriyê derê mala bavê te me,
Gidîno, gidîno qama te me.
Gidîno, dilê min kaniya devê zinêr, way gidîno,
Hela binêr, ava kaniyê dikişe, notlanî hizkirina min û te, wî xêr û bêr, way
gidîno.
Gidîno, ez qanatê bejna te me,
Gidîno, malxê mala bavê te me,
Rojê parsê pûrsê nava heval hogira,
Kilîta tivinga berdangê me, nav milê te me,
Mala bavê xirab, sibê heyanî êvarê,
Çev nihêriyê derê mala bavê te me,
Gidîno, gidîno qama te me.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?