Gelêrî - Axayo
wêneyê hunermendî:ê 249 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Gelêrî - Axayo

Axayo, çûme Mûşê,
Bû hewayê,
Ser koçika bavê Koroxlî agir barî.
Axayo, çûme Mûşê-
Bi bax û tirî,
Perîşana Nemê kire gazî:
Gulê, rebenê,
Min porê serê xwe kurrkirê
Çûme Mûşê li bilincîya,
Serê bavî Koroxlî –
Nasekine ser belgîya,
Heyla axayo, heyla wezîro
Axa, çûme Mûşê –
Bihembere,
Bavê Koroxlî nexweşe
Melle li sere,
Heyla axayo, heyla wezîro
Çûme Mûşê bi titûne,
Kincê bavê Koroxlî qapûtê tev gulavdîne,
Heyla axayo, heyla wezîro
Çûme Mûşê ser kanîyê,
Cinazê bavê Koroxlî dişon li dev cemyê,
Heyla axayo, heyla wezîro

Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?