Gelêrî - Bizinê
wêneyê hunermendî:ê 265 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Gelêrî - Bizinê

Bizinê ha bizinê ha na na
Bizinê ha bizinê tew can na na

Bizina serê lodê ha na na
Bizina serê lodê tew can na na
Dev avêt gurza kodê ha na na
Dev avêt gurza kodê tew can na na
Bizinê bidine tobê ha na na
Bizinê bidine tobê tew can na na

Bizina zik mezine ha na na
Bizina zik mezine tew can na na
Salê cot kara tîne ha na na
Salê cot kara tîne tew can na na
Yek dimre yek dimîne ha na na
Yek dimre yek dimîne tew can na na

Bizina pir bi leze ha na na
Bizina pir bi leze tew can na na
Nanê şivan didize ha na na
Nanê şivan didize tew can na na
Şivan bizinê dikuje ha na na
Şivan bizinê dikuje tew can na na

Gotin û Muzîk: Gelêrî (Serhed)
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?