Gelêrî - Feqiyo û Masîko
wêneyê hunermendî:ê 130 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Gelêrî - Feqiyo û Masîko

Feqiyo nobedaro
Lawiko nobedaro
Tu ji lodê were xwaro
Can dilê min emrê te

Masîko pelbeleko
Vê avê şolî meko
Zîzanê winda meko
Can dilê min emrê te

Feqiyo lo bi daro
Lawiko lo bi daro
Şev reş e diz hezaro
Can dilê min emrê te

Masîko pelşîno
Vê avê mereşîno
Zîzanê meêşîno
Can dilê min emrê te

Feqiyo mele îsa
Lawiko mele îsa
Qeytanê devê kîsa
Can dilê min emrê te

Masîko pelspiyo
Vê avê meçelqîno
Zîzanê metirsîno
Can dilê min emrê te

Feqiyo pirê çêke
Lawiko pirê çêke
Cot kevrê mermer lêke
De tu navê min xwe lêke
Can dilê min emrê te

Çavkanî:
Ji Twitterê: @MrKurmanc,
Ji tirsik.netê: @ceso
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?