Gelêrî - Meyrik
wêneyê hunermendî:ê 215 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Gelêrî - Meyrik

Xeber hate ji Mereşê
Xeber hate ji Mereşê
Halê Meyrik pir nexweş e oy oy...
Li Hekimê Loqman geryam
Li Hekimê Loqman geryam
Pey min hat xebera reş e oy oy...

Oy Meyrik Meyrik Meyrik
Ez heyrana te me Meyrik
Ez qurbana te me Meyrik

Hey wax li min Meyrik mirî
Hey wax li min Meyrik mirî
Mereş ket nav şîn û girî oy oy...
Gelî dostan loma nekin
Gelî dostan loma nekin

Xudê nede serê kesî oy oy...

Oy Meyrik Meyrik Meyrik
Qurbana te rabe Meyrik
Dinya bê te nabe Meyrik oy

Oy Meyrik Meyrik Meyrik
Ez heyrana te me Meyrik
Ez qurbana te me Meyrik

Gelêrî
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?