Gelêrî - Wî De Mala Min (Bavê Lalo)
wêneyê hunermendî:ê 212 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Gelêrî - Wî De Mala Min (Bavê Lalo)

Wî de mala min
Wî de mala min
Mala bavê min mala mêran e eywax
De here mala min hê hê?.
Lê mala min mala mêran e
De konê mala bavê min rebena xwedê konê mala mêran e
De here çawa bi destê Bavê Lalo girtin xistin kelepçê
Berê wî dane hepisxana bajarê Qersê digo: ?yallah lo Kurdo?
De herê çawa berê zarok û zêçên wî dane
Guhê van gundan e de oy oy..
De mala bavê min mala mêran e
De herê malan min hê hê?.
Wî de mala min, mala min, mala min..
Mala bavê min mala mêran e ha wa weylo?

Û çadira bavê Lalo danî li ber çema
Xeybetê berxê mala Emer Begê vê sibekî danî li ber çema
Were vê sibekê naziman û qomandarê Qolordîya Dîyarbekir
Hatî kon û kozikê xwe danî cem me
Belê wezê nakevime ber kûştin û girtina Bavê Lalo, Suwarê Kovê
Wezê ketime ber heyfa wê heyfê
De herê çawa destê wî xistin darê kelepçê, berê wî dane hapisxana bajarê Erziromê
De herê çawa berê zarok û zêçên wî dane nav Ecem e oy oy?
Mala bavê min mala mêran e ha wa weylo?

De herê malan min mala min mala min,
Mala bavê min mala mêran e ha wa weylo?

Û çadira bavê Lalo danî li ser latê
Belê îro sê roj e Alayê Sêrtê
Tevî mufreza cendirme tabûra eskerê vî Xelatê
Belê digerîne li Bavê Lalo, Suwarê Kovê
Li vê dews û li vî rêç û li vî deşt û taqîbatê
Wele wezê nakevime ber girtina û kuştina Bavê Lalo
Wezê dikevime ber heyra vê heyrê
Û axalerkê me ser re dibêjin
Çawa tu bûye firar û mehkûm û qacaxê hikûmatê
Hoh oy de hoy oy?
Mala bavê min mala mêran e ha wa weylo...

Gelêrî
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?