Genco - Xerîbî
wêneyê hunermendî:ê 91 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Genco - Xerîbî

Ez xerîbim dayê dayê
Li welatê xerîbîyê
Bê cîh û bê war im dayê
Ez dikşînim evînîyê

Dayê baskê xwe veke
Ez difirim tême dayê
Dayê min himêz ke dayê
Bi tîna vê rojê
Bi germaya Amedê

Dayi xerîbî çi zor e
Agir dikev mala romê
Nizam keder çi xist ji me
Çavê me tim şil in dayê

Dayê baskê xwe veke
Ez difirim tême dayê
Dayê min himêz ke dayê
Bi tîna vê rojê
Bi germaya Amedê

Tirsim dayê w'ez ditirsim
Li welatê xerîbîyê
Ez ê bimrim dayê dayê
Berî ku ez te bibînim

Dayê baskê xwe veke
Ez difirim tême dayê
Dayê min himêz ke dayê
Bi tîna vê rojê
Bi germaya Amedê

Gotin û Muzîk: Genco

Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?