Grup Awesta - Çîq û Kevok
Gotinên Stranan
Grup Awesta - Çîq û Kevok
cihan bûye zivistanrê û biwar rawestan
berf û baran û bahoz
hawîr bûye terpetoz
çûk nikarin derkevin
teba nema dilivin
rê winda kir çîqê reş
di wê roja pir nexweş
cihan li ber tarî bû
ew nizanî diçî kû
bi bez diçî, dil bi kul
per û terî hemî şil
ji ber serma sibatê
xwe avête ber latê
pir tarî ye, bû dereng
di şikeftek reş û teng
çîqê reşê pir bi rû
xwe avête hindirû
ket hêlîna kevokê
xwe berdaye ser çokê
- kevokê kir qire-qir
pepû, ji ku hatî vir ?
- ba, bahoz tên bi gij-gij
cihan tevde bûye mij
ez hatime mala te
xwe daye ber pala te
ej î wekî te teba
gerek bêjî: merheba
van çend rojan sibat e
tim namênim li ba te
ez ê herim mala xwe
bighêm cem hevala xwe
lê kevokê bi xeyd go:
na heyra, na, de o, to !
îşev raze, sibê zû
here bê ka diçî kû ?
ez bi tenê jina bî
hêlîn teng e, nîne cî
nêr hemî destdirêj in
xelkê siba çi bêjin ?
dost û mirov û neyar
wê bê: bûne dost û yar
ne wek hev in, per û post
em nikarin bibin dost
lê çîq per gihandin per
hinek bala xwe da ser ;
bi evînî jê re got:
heta dil û ciger sot
ejî wek te xwedî per
zivistan e, bê mefer
heçî mê ne, dilovan
ez li te bûme mêvan
ey kevoka cowan per !
kî mêvana dikî der ?
bere bişkî bayê reş
belkî cihan bibî xweş
navêm li cem te razim
xatir ji te dixwazim
ez ê herim mala xwe
herim cem hevala xwe
çawa laşê wê germ bû
dilê wê pêre nerm bû
ez ê bêjim guh bidê
mêvan mêvanê xwedê
lê berê xwe mede min
çawa hebî qels e jin
hinek dûrî min here
berê xwe jî bighere
oh, de çine evên nêr ?
li ser me xwe dikin şêr
heçî mêrin tolazin
li pey jinan dibazin
ev şikefta me wek dêr
ez paqijim weke zêr
gotin çend gotinên tewş
bi herdiwan xweş bû rewş
çîqê reşê bê fedî
ji nû riya xwe tê dî
perên xwe berdane ser
wî kişandin çend keser
go: şêrînî, kevokî
xuyadikî zarokî
ev cihana pir mezin
ne serî û nejî bin
mişte ji evîn û jîn
hebûn çiye, bê evîn ?
jin çiye ko nebî mêr,
ko xerc ne bî çiye zêr ?
bi we pir xweş bibî jîn
tijî bibin ji evîn
ejî nêrim, tijî mê
serma me kuşt bi germê
emê hevdî kedîkin
çêlîkên xwe xwedî kin
ew kevoka jinebî
zû fireh kir jêre cî
çeng û per lê şikestin
herdû bi hevre mestin
kete nav lingan terî
dibin çavan lê nêrî
pê xweş bûye gelek jîn
dil dagirtî ji evîn
cihan pir pê bûye xweş
xwe siparde çîqê reş
piştî ko roj çû ava
ew bûne bûk û zava
çîq û kevok bûne cot
wek destûra xwedê got
geh bi roj û geh bi şev
dane hevdî lêv û dev
ji nişka ve dîn rokê
qolinc hatin kevokê
hêkên wê ku bûne heşt
ji nû li ser wa rûnişt
bi ser wan de bû pisîk
heta ko bûne şêlîk
lê dî ko reşin wek çîq
ji nû kire şîqe-şîq
kire gazi go: hewar !
firi jor û hate xwar
kire qir û şiqe-şiq
xwe avête riwê çiq
çîq serê jêre danî
kevok dîsa çû banî
dîsa bi hêrz hate xwar
reben, ji ber qare-qar
çend êrîş anîne ser
li wê navê xweş bu şer
çîq jêre go: diya min,
çiye kêmasîya min ?
go: ev çiqê reş û pîs
te wêran kir li min lîs
ez paqij bûm weke zêr
te ji banî anim jêr
min nav nanibûn ser xwe
de wer rêkê jê derxe
ezê çi bêjim xelkê ?
wê nebêjin: te ji kê
ko, tu hatî mala min
xwe avête tala min
bi vi serê tey mezin
ez jitere nabim jin
çîqê reş go: tifî
bê li bextê jina bî
ma kes karî li dinê,
bi zor bazdî ser jinê ?
bi te ez bûbûm şekir
îro dibêjî: siktir !
- ez kevokim per sipî
keç bim yan jî jinebî
ez paqij bûm weke zêr
ez neghame kesê nêr
ji bazî re nego: fîq
çawa bibim jina çîq ?
bixwe ket û kir hewar
çêlîk tev avêtin xwar
ji nû rabûn hêrzên çîq
bi ser de kir şîqe-şîq
êrîş birê bi nikil
lê pir kirin xem û kul
bi xeyd ji kevokê re got:
te hinavê mi tev sot
şaşa mela û keşe
yek sipîye, yek reşe
lê herdû jî olperest
xwedî destûr, xwedî rist
kevokê go: bese, bes !
şikeft li min bû qefes
dev ji felsefê berde
te naxwaz im mi berde
çîq go: kevoka sipî
evin weynê jinên bî
go: bi serê tey mezin
ez ji te re nabim jin
jehrê têxim vî dilî
ezê li te kim gilî
herdû firîn çûn ezman
çûn dîwana suleyman
çîrok li civatê got
dilê tevan kir bizot
lê wezîrê wî yê kurd
go: ey şah û yezdîgurd !
bere herdû bifirin
emê li wan binerin
ka raste herdû wek hev
raste ro jî weke şev
herdû rabûn xweş firîn
li ezmana xweş gerîn
çîqreş dema hate xwar
xwe avête ber dîwar
lê kevok ji ezman çû
çû ser destê suleyman
wezîr gotê: ezbenî,
ezê bêjim, ne kenî :
herdû ne bebatên hev
ro jî nabî wekî şev
go: reşê kesnedî
ne wek kevoka kedî
çîqê reşê kesnedî
ne wek kevoka kedî
ev kevoka dilovan
tê ser destê suleyman
nej bo reş û sipîtî
ji bo hov û kedîtî
jêre navê xeberdan
kevok jêre hat berdan
ji civatê re go: mîr,
ev wezîrê mi pir jîr
go: bi serê bavê min
hew ji te re dibim jin
Helbest: Cegerxwîn
Nîşe: Ji helbesta wî ya "Jin Hene Jinkok Hene" ye. Lê hin cîh hatine qirpandin.
Şîrove