Haci Ertaş - Berîyê
wêneyê hunermendî:ê 138 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Haci Ertaş - Berîyê

Ne dengbêj û tembûrvan im
Ez şivan im bilûrvan im
Her pêxwas im bê li bas im
Çiya zinaranda razêm
Deşt û zozan lezbilez im
Hêviya keçika bêrîvan im
Bêriyê bêriyê zozana mam li hêviyê
Bêriyê bêriyê zeriya şîr da ye siyê 

Bêrî hezkiriyê te ez im
Kesêm nîne te bixwazim
Ez pêxwas im bê li bas im
Jiyana bajar naxwazim
Berf û baran di rengê te da
(Gul û rihan rengê te da)
Destêm bigre em bibezin
Bêriyê bêriyê derbas bû koçeriyê
Bêriyê bêriyê kulav doşek ji hiriyê 

Ez bêkes û bêxwedî me
Dê û bavê te min nahebîne
Dilbirîne cegerxwîne
Hêviyê min ji dinyayê nîne
Wer halêm bimeyizîne
Dilê min de xwe bibîne
(Xweda rihê min bistîne)
Bêriyê bêriyê zozanan mam li hêviyê
Bêriyê bêriyê ez xulama keziyê 
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î