Harûn - Mafdar
wêneyê hunermendî:ê 64 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Harûn - Mafdar

Ji emrekî û wê de

Êdî pir zirav e pir tenik e

Rîya meşa mirovê jîyayî

Her levzek sivik nayê gotin

Giran giran hêdî hêdî

Heya gotin di dil de mehîyayî



Her kiryar bi sed pîvan bi tirsa heşr û mîzan

Çend zarok ew qas perçe can kezep li ser dan

Ew biryar de çi dizanin Ji heza şewat û ar

Ew gîskê serê loyê ne alem li xwar



Biryar de zalim be û ji kîsê alem be

Çi bi çi çû ne xem be

Emrek dibe talan tu çi bêjî vala

Biryar de xayîn be ewêl û cahêl be

Dixwe ji emrê te

Sing dibe bazar tu çi bêjî vala



Ji emrekî û wê de

Êdî barê mirov giran dibe

Nirxên mirov çi qas zêdetir dibe



Ber bi beyanek pak û ronî

Her tişt xeyal ba

Tu jî tu, ez jî ez, ew jî ew

Em jî em mafdar ban

Wê demê wê şewq daba

Xeyalên nîvî û tazî mayî

Ev lerz û tirs neba



Êdî nazivire çerxa jengarî

Bi xwe nahilweşe dîwarên mafdarî

Piştî hezaran salan carek dî belkî
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î