Harûn - Xengilok
Gotinên Stranan
Harûn - Xengilok
Çivîkên hêvîyanDi gustîlê porên te da
Hêlînên bextewarîyê çêdikirin
Çavşînko çi hişk e mirin
Hestewar û şa dibûm
Di morikên çavên te da
Destên te yên goran
Têhnîyê newayan dibûn
Te gul ro dikirin li qeraxê behrê
Bêhna avê bi te xweş dibû
Xengilokê min biçûkê min
Jîyan straneke hêvîyê ye
Lê qul bûye tûrê te tev dirijin
Ax bi hêviyên te şîn dibe
Ka birakê te stranekê bistirê
Bila tu behsa mirinê nebe
Rabe em vegerin zaroktîya xwe
Desmalkaxezan bifiroşin
Gotin: Rojhilat Azad
Muzîk: Harûn
Şîrove