Hesen Sipan - Kurdî Xweş e
wêneyê hunermendî:ê 35 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Hesen Sipan - Kurdî Xweş e

Kurdî xweş e xweş e
Wek gula sor geş e
Tak rihan bibîne
Ew ji me re şêrîn e

Dinya Kurdan nas kir
Zimanê wê hez kir
Zimanê dê Kurdî
Dilê teva xweş kir

Kurdî xweş e... (Dîsgotin)

Bilbil çû ser darê
Bi Kurdî go: yarê
Mêrên Kurdan werin
Bibin hunerkarê

Kurdî xweş e... (Dîsgotin)

Kurmancî sorgul e
Ser darê bilbil e
Ser dara şîn geş bû
Vekir sor simbil e

Kurdî xweş e... (Dîsgotin)

Awaz: Aram Dîkran
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î