Hevdeng - Hay Şeng e
wêneyê hunermendî:ê 119 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Hevdeng - Hay Şeng e

Hay şenge şenge Şekir axa şenge
Hay şenge şenge şêrê sor şenge
Şekir axa kuştin Ertûşiyan bi denge
Kuştina şêrê sor Ertûşiyan bi denge

Geliyê şaxê geliyekî sare
Hun baver nekin dijmin neyar e
Dîtina şêrê sor ji bo me ew car e
Şekir axa kuştin Ertûşiyan hewar e

Hay şeng e şeng e şekir axa şeng e
Hay şeng e şeng e şêrê sor şeng e
Şekir axa kuştin kuro dîno Ertûşiyan bi denge
Şêrê sor kuştin kuro dîno Ertûşiyan bi denge

Geliyê şaxê Geliyekî bi kure
Bejna şekir axa rihana sore
Şekir axa kuştin kuro dîno Ertûşiyan bi zor e
Şêrê sor kuştin kuro dîno Ertûşiyan bi zor e

Hay şeng e şeng e şekir axa şeng e
Hay şeng e şeng e şêrê sor şeng e
Şekir axa kuştin kuro dîno Ertûşiyan bi deng e
Şêrê sor kuştin kuro dîno Ertûşiyan bi deng e
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?