Hevdeng - Talan Hîvo & Hey Cer
wêneyê hunermendî:ê 117 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Hevdeng - Talan Hîvo & Hey Cer

(Talan Hîvo)
Çi dar e nav an talan hîvo hîvayê
Tewşî destê necaran talan hîvo hîvayê
Çêdike dergûşa yaran talan hîvo hîvayê
Çêdike dergûşa yaran tavê bi lêda, şewqê bi reşan de dunyayê

Çi dar e nav alukan talan hîvo hîvayê
Tewşî destê malîkan talan hîvo hîvayê
Çêdike dergûşa bûkan talan hîvo hîvayê
Çêdike dergûşa bûkan tavê bi lêda, şewqê bi reşan de dunyayê

Çi gul e nav wan nêrgize talan hîvo hîvayê
Tewşî destê hêrise talan hîvo hîvayê
Çêdike dergûşa qîzê talan hîvo hîvayê
Çêdike dergûşa qîzê tavê bi lêda, şewqê bi reşan de dunyayê


(Hey Cer)
Hey cer hey cer hey cer e kanê cer, hey cer hey cer hey cer e bişkê cer
Me îro xêr û şer e kanê cer me îro xêr û şer e bişkê cer

Cer ji axa bêderê kanê cer heram ji axa bêderê bişkê cer
Wê li ser milê esmerê kanê cer wê li ser milê esmerê bişkê cer

Cer ji axa zeviyê kanê cer heram ji axa zeviyê bişkê cer
Wê li ser milê zeriyê kanê cer wê li ser milê zeriyê bişkê cer

Cer ji axa Westanê kanê cer heram ji axa Westanê bişkê cer
Av kêşa ji Gola Wanê kanê cer,Av kêşa ji Gola Wanê bişkê cer

Mesînê gote cerê kanê cer heramê gote cerê bişkê cer
Ava sar li ku heye kanê cer Ava sar li ku heye bişkê cer
Kanîsipiya Şaxê heye cer Kanîsipiya Şaxê bişkê cer

Hey cer hey cer hey cer e kanê cer hey cer hey cer hey cer e bişkê cer
Me îro xêr û şer e kanê cer me îro xêr û şer e bişkê cer
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?