Hevdeng - Xalido
wêneyê hunermendî:ê 148 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Hevdeng - Xalido

Xalido ez Xalid im, şêrê sor ez Xalid im
Birîndar im na tebitim birîndar im na tebitim
Çar çekên xwe dixebitim çar çekên xwe dixebitim

Du kurê Xalid hene du şêrê Xalid hene
Kur nînin beyzade ne kur nînin beyzade ne
Pişte mêrê babê xwe ne pişte mêrê babê xwe ne

Şer hate pişta loyê êl hate pişta loyê
Bû tiqriqa birnoyê bû tiqriqa birnoyê
Xalid Beg jorda çûyê şêrê sor jorda çûyê

Şer hate pişta kaçê êl hate pişta kaçê
Bû tiqriqa demaçê bû tiqriqa demaçê
Xalid Beg ma temaşê şêrê sor ma temaşê

Xudêyo baran bêyo rebiyo baran bêyo
Avê da li ser tevnêyo avê da li ser tevnêyo
Xalid Beg xweşî bêyo şêrê sor xweşî bêyo

Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?