Homer Dizeyî - Xewn Le Xewda
Gotinên Stranan
Homer Dizeyî - Xewn Le Xewda
Dwênê şew bînîm le xewêLe ser cêy ber mangeşewê
Xom xizande ser cêy fênik
Nemhêşt ber henasem kewê
Qijî xawî
Ba lêdawî, alozawî
Car car daydepoşit le çawî
Xwaye giyan çendim xoş dewê
Zor be espayî û be nermî
Demim bird bo lêwî germî
Çawî hellhêna û pêy gûtim
Xewnim edî to hewsermî
Neyhêşt hestim
Girtî destim lêwî gestim
Mûçurkêkî xoşî daygirt
Sertapay henaw û hestim
Pêkra ta mela bangdanê
Têk allan û dest le milanê
Le nakaw dengî melay hat
Daybirrîm le bejnî ciwanê
Be sersemî
Be nakamî bê aramî
Be cêm hêşt beheştî xewnim
Çawim pir bû le giryanê
Şîrove