Hozan Aydin - Evîndarê Bîrîya Te Me
Gotinên Stranan
Hozan Aydin - Evîndarê Bîrîya Te Me
Evîndarê bîrîya teme lomaDihelim ez roj bi roj wek şima
Kanê xuşe xuşa avên çema
Tên bîra min rojên berê li ku ma
Bûm hêlîna xeman tawa nema
Dûr ketine ji min xewnê şevan
Windabûye bînahîya çavan
Bi ahenga qebe qebê kewan
Weke ronahîya rojê,siban
Li min vebe were bibe mêvan
Navê şirîn navê teye erê
Bi delalî dibêjim Dîlberê
Şiklê te li ber çavê min li herderê
Drûvê te li ber çavê min li her derê
Wek ewrên spî ji dûrva hilkiş werê
Min bigire li nav xeyalan bigerê
Şîrove