Hozan Aydin - Newroz e
wêneyê hunermendî:ê 142 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Hozan Aydin - Newroz e

Bîstûyek adarê
Tê bayê buharê
Dest bidin dest yarê
Tev dadin vî arê

Newroze newroze
Cejneke pîroze
Hem doze hem soze
Agirê Kawa ye koze

Werin qor bi qore
Ar gurkin bi dore
Hildin esmanê jore
Ala agirê sore

(Dîsgotin)

Agirê sor hilhate
Ronî da welate
Hurmete rûmete
Maç bidin xelate

(Dîsgotin)
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?