Hozan Dilgeş - Dilê Min
wêneyê hunermendî:ê 1623 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Hozan Dilgeş - Dilê Min

Dilê'm daxa sor li ser e
Heya sibê roj tê dere
Yarê ji xewê raba were
Li min nîne sebr û sekan
Li min nîne sebr û hedan
Yarê ji xewê raba were
Li min nîne sebr û hedan
Li min nîne sebr û sekan

Dîn bûm ketim çol û besta
Ber horiya bazin desta
Dua ji rebê xwe bixwesta
Tasa avê wê bida desta
Tasa avê wê bida desta
Dua ji rebê xwe bixwesta
Tasa avê yar bida desta
Tasa avê wê bida desta

Em ê vexwin vê şerbetê
Em ê bikin vê suhbetê
Ji min dûr neçe yek seetê
Horî tu yî ji cinetê
Horî tu yî ji cinetê

Tu horiya dilê jehr î
Ez ê ji te ra bêjim yarê
Heyran dimam hezar carê
Te dil kiriye ker bi kerî
Te dil kiriye ker bi kerî
Şîrove
logo
Mahmûd 01-09-2023 08:42:58
Tu horiya dilê jarî Ez ê ji te ra bêjim yarî Heyran dimam hezar carî Te dil kiriye ker bi kerî Te dil kiriye ker bi kerî Li gor mın fam kir dibê ev benda dawî wisa bê nivîsandin. Destê we saxbi. Gelek spas.

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?