Hozan Dilgeş - Ez û Yar (Çavbeleka Min Tu Yî)
wêneyê hunermendî:ê 169 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Hozan Dilgeş - Ez û Yar (Çavbeleka Min Tu Yî)

Çavbeleka min tu yî
Porxeleka min tu yî
Surmeleka min tu yî
Jar û perîşan im ez

Sorperiya min tu yî
Dêmzêriya min tu yî
Şeng û şoxa min tu yî
Jar û perîşan im ez

Bejinbilindê tu yî
Pir gewr û rindê tu yî
Wek mûm û findê tu yî
Li dil bikovan im ez

Rû gewr û şêrîn tu yî
Stêr û perwîn tu yî
Şêrîn û hem Zîn tu yî
Memê di zindan im ez

Gotin: Cegerxwin & Hozan Dilgeş
Muzîk: Hozan Dılgeş
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î