Hozan Kawa - Hêz Bi Hêz
wêneyê hunermendî:ê 205 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Hozan Kawa - Hêz Bi Hêz

Balgiyê ber serê wan zinar û kevir, zinar û kevir
Lihêfa ser wan berf û ewr, berf û ewr
Doşaga binê wan tim erdê sar tim erdê sar
Sar û serma li li wan beden dixwar
Lehengê Kurdan li berxwedan
Sîwarê azadiyê hêz bi hêz hêz bi hêz
Li dûv hev dimeşîn rêz bi rêz rêz bi rêz Wan çav reşa bejn û bal, girêdane girêdan e
Li dûv hev dimeşin bi salane bi salan e Ji bona parazvanên mafê xwe can fidan e
Evîna welêt diparêzin can fidane
Lihengên Kurdan li ber xwe dan
Digerin deşt û nawal û rûbar û newal û rûbar
Wan dilsozan xort û keçên kubar keçên kubar
Lawên Rûstemê Zal medya û merwan
Ji bona doza xwe canê xwe dan Lehengên Kurdan li berxwedan 
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?