Hozan Kawa - Mordem
Gotinên Stranan
Hozan Kawa - Mordem
Li ser rûpela jiyanêWe kilamek nivisî
Vîna şehîd xwe berda dil
Cerg û hinav dilerizî
Tîna şehîd xwe berda dil
Cerg û hinav dilerizi
Ji nav pirtûka rûmetê
Çar helbest hate hûnandin
li zeviya nemiran
Çar gulên geş hatin çandin
Di kaniya dilê me de
Hûn wek ava zelal in
Di dil da we helîn çêkir
Evîna kûr bêhempa ye
Nikarim bidem pesnê wê
Ji ber ku hûn wek derya ne
We jiyanekî nû peyda kir
Mordem bi tevê sê bira
Çar cigerên dayika leheng
Bûn xelata azadiyê
Çar egîdên bi nav û deng
Bûn xelata azadiyê
Gotin û Muzik: Kawa
Şîrove